NE'ŞÎRET
Kemla xortanîyê bu
ji gurbuna agirekî pekiya
Hat
gihîşte Kefa destê min ,
Ne şîret e ev
Xuyaye ,ku be jî erjeng e
ciyê dîtin lê ketî
nihêrî ne deng e, ne olan
Ne xwe dişû ti heramîyan
axa dilê mirovê Dereng mayî
Ji efûya xwe re
Nihêrî ne çavin li du şikeftê
Banê wan ji agir reş bû yî
ne dirûtî şopa xwe tê xwar
li ser apoletên serbaza
heftê çar ferman bû
Bi stêrka nexişandî
Sekinî
Nihêrî
Fikîrî
Û
Go; Kêrî çi tê axîn
ku ne mirin du cara ye
ne mayîn diedile
mîna qapûtekî kalanî
li ser me
Ne şîret e ev
Ji tî buna kaniyekî dinasim eslê xwe
Pey kîjan nêçîrî bikevim
destvala vegeriyame
Yorumlar
Yorum Gönder