Kayıtlar

ŞECERE

Navê min xelef  Habîl'ê şiîrê   Ber banaga sibehekî hatim kuştin  Ez xelef  mîlîtanê Mela bûm  Bi xwîna şiî'rê hatim şuştin 

GULÎ

"Bo kur nekî porê xwe bi heft gûzan  Û bi danzde kêran " Vedigerin pola yê  gulîyên hevrişmî , Her kes dizane  Olan a mirin ê  Piştî jînê ye  Tê,  dibîne cîye xwe , vedigere  Mîna milekî li çoxik  Şuna xwe bigere  Kes nizanibe  Ne qebul be bi kesî  Bi min wisa ye ! Ku derew be bê îman herim  Ger bawer nekin  Bêjim qur'an jî  Vedigerin ku bêjin lêlan e çendî  Guliyên polayî tax a hevrîşmî

LELE

Li ser xwelidankê şûna sê cixara  Yek . Dudu  Sisê  dudu vala  Xerac distînim ji şevê   bo deynê stûyê xwe bidim, Şiîr Lele ye  Şiîr qeyd e  Alax e Zîwan e li zevîya ûmrê min ketî 

HİNAS A DAWÎ

Difilitim Ji teşrînek  ber bi yekî din  Nîveşev girê dide xemla esman Ku Bûka wî me ez   bi xêlîya xwe ve darde kirî  Waxta ketin mayinde be, ferz be çuyîn l'stûyê şewqan  divê Bêjim  ne çarmixa îsa'ye a ku diçimê  Ne sêdara manî ,  Pêl kuderê bikim kilama min e ! Bêhedan  Bigrim ezê  Hinas a dawî  Mirin e navê devera min    di hemî nexşeyan de 

KUL

Saet tenêtîye pênc dibore şûna xwe digere kêma birînekî serê hemû xwedayan jê kirî Guh nedê Veke kulma xwe û bigre, sê kul hatin ji esman dudu para min yek para te Bi darê zorê dibêjim  Tenêtîye deh dibore seet çarîx girêdidin dojeh alîyek singa min ve, darbestên hemû miriyan vekirî Tu dîsa guh nede Veke çavê xwe bigrî sê kul hatin ji esman sîsê para min û tû para xwe

EHD

Şureki du alî tuj dibe ji heyfa şevê re , Buharek derengî çehl dikin em,  piştî nivêja esrê  min digot qey  Destê demê ne di qirika min de , xwîn jê diniqutin  Nizam hatin bû ye çileyek  Nizam zuha bû ye nû biharên kulîlkên zer û  Derheq me tiştên xirab gotine nuçeyên herî dawî  Rast e ,  halan dikşînin em bi hemî dirûtîya xwe, alax davije devê peyva  Carina Girêdidin ji gotinê re, Û Dibêjin  Kerem bikin ,  Îcazeye mirina me  Li hemî deveran de  Divê em bêjin  nabe çimkî veşêrin êtîmîya xwe  Diyar e ! Ne di ehdê qedîm de dinivîse  Wa ne yê cedîd li pişta me 

ZİLÛMAT

Bo "bavê nîqaba zulmetê " Bo Dîlan'ê Li ber şêmukê zilumatek bi xofî Û şuna birînen nû vebûyî. Nizanim ezmanekê din ji ku tê peyda kirin. Ji hemû ditinan re Digirim çavê xwe peşk davêjim bi peyva ko zêdetir ji bo çuyînê hene gav bo wî Diçim! ber bi şikefta tarî Navê wî şiîr e Mizgînîya xwe dixwazim Terkedinya me êdî Li ber şemuk ê sondekê nîv alî pê re şûna bîranînen nû vebuyî Ne şaş bim salê de çar demsal hene hemîyan diyarî de dikim Bi Gotina Herî dawî