MELA
Şiîr mir
ji do,
Êvarê pêve ,
baş e ku j'bîr kirin xuliqîye !
Şiîr ..
rastî
ez jî Nizanim çiye
Belkî sidq'e
Na
Şiîr Mela ye
Bo wî hişiyarî dide me
Û
dibê
"Meq'edê sidqê
cezaye!!"
Şiîr kull e
Naa
Gul'e
Ez jî Nizanim çiye
Ya rastî
Gotina Mela'ye
Deramet'e hinek
Tê de
Para herkesî Heye
Wê demê
Şiîr nema'ye
rast dibêje Mela !
Kes nîne mehrum Ji navê
Lê tenê bo min
xela ye !
Yorumlar
Yorum Gönder