KUL
Saet tenêtîye pênc dibore
şûna xwe digere kêma birînekî
serê hemû xwedayan jê kirî
Guh nedê
Veke kulma xwe û bigre,
sê kul hatin ji esman
dudu para min yek para te
Bi darê zorê dibêjim
Tenêtîye deh dibore seet
çarîx girêdidin dojeh
alîyek singa min ve,
darbestên hemû miriyan vekirî
Tu dîsa guh nede
Veke çavê xwe bigrî
sê kul hatin ji esman
sîsê para min û tû para xwe
Yorumlar
Yorum Gönder