HİNAS A DAWÎ

Difilitim Ji teşrînek 
ber bi yekî din 
Nîveşev girê dide xemla esman
Ku Bûka wî me ez 
 bi xêlîya xwe ve darde kirî 

Waxta ketin mayinde be,
ferz be çuyîn l'stûyê şewqan 
divê Bêjim 
ne çarmixa îsa'ye a ku diçimê 
Ne sêdara manî , 

Pêl kuderê bikim kilama min e !

Bêhedan 
Bigrim ezê 
Hinas a dawî 

Mirin e navê devera min 
  di hemî nexşeyan de 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

en kötü ihtimal

doğaçlama ayrılık..

işte budur benim için şiiir