EHD
Şureki du alî tuj dibe ji heyfa şevê re ,
Buharek derengî çehl dikin em,
piştî nivêja esrê
min digot qey
Destê demê ne di qirika min de ,
xwîn jê diniqutin
Nizam hatin bû ye çileyek
Nizam zuha bû ye nû biharên kulîlkên zer û
Derheq me tiştên xirab gotine nuçeyên herî dawî
Rast e ,
halan dikşînin em bi hemî dirûtîya xwe, alax davije devê peyva
Carina Girêdidin ji gotinê re,
Û Dibêjin
Kerem bikin ,
Îcazeye mirina me
Li hemî deveran de
Divê em bêjin
nabe çimkî veşêrin êtîmîya xwe
Diyar e !
Ne di ehdê qedîm de dinivîse
Wa ne yê cedîd li pişta me
Yorumlar
Yorum Gönder